Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya desteserkirî çalakiya şermezarkirinê
Piştî ku Hevşaredarên Akdenîzê yên ji DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan hatin binçavkirin, gel li ber şaredariyê li hev civiya.
Piştî ku Hevşaredarên Akdenîzê yên ji DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan hatin binçavkirin, gel li ber şaredariyê li hev civiya.
Hevşaredarên Navçeya Akdenîz a Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan ên ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) serê sibehê di serdegirtinan de hatin binçavkirin. Di heman demê de endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç, Yakûp Daniş û Hîkmet Bakirhan hatin binçavkirin.
Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirine, diyar kirin ku 'qeyûm hatiye tayînkirin' û biryara nepenîtiyê li ser dosyaya lêpirsînê hate danîn.
Girseya gel ku li taxên cuda yên navçeya Akdenîzê li hev kom bû, li dijî binçavkirinê û qeyûman meşeke şermezarkirinê lidar xist.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mersînê Bedriye Kûş li pêşiya avahiya şaredariyê axivî û diyar kir ku wê rê nedin qeyûm. Bedriye Kûş got, "Em bang li gelê Mersînê dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve."
Ji ber şaredariyê tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Qeyûm ê diz ji şaredariyê bicehime" têne qîrîn.