Li Ispartayê zilamekî jina ducanî qetil kir

Li Ispartayê zilamê bi navê Ayhan.Y jina bi navê Rabîa Aydinli a ducanî qetil kir.

Li Ispartayê zilamê bi navê Ayhan Y. bi çek êrîşê Rabîa Aydinli û dayîka wê Ayfer Aydinli kir. Rabîa Aydinli a ku 2 mehî ducanî bû, bi kujer re zewîcîbû. Piştî bûyerê Rabîa Aydinli û dayîka wê Ayfer Aydinli bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Rabîa Aydinli li vir jiyana xwe ji dest da. Tedawiya Ayfer Aydinli didome.

Hate hînbûn ku Ayhan. Y ji cihê bûyerê reviyaye.