Li Iraqê li dijî qanûna ku rê li ber zewaca zarokan vedike nerazîbûn

Rêxistina Kobestî Komelayetî ya Kurd, pêşnûme qanûna ku rê li ber zewaca zarokan a li Iraqê vedike şermezar kir.

Hêzên Şîa yên li Parlamenta Iraqê ji bo Qanûna Kesî pêşnûme qanûn pêşkêşî meclîsê kirin. Di pêşnûme qanûnê de mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin û ev yek jî rê li ber rewabûna zewaca zarokên 9 salî vedike.

Rêxistina Kobestî Komelayetî ya Kurd li Silêmaniyê pêşnûme qanûnê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de Seroka Rêxistinê Mardîn Uzêr axivî û got; “Sererastkirina Qanûna Kesî ya Iraqê, wê bi xwe re pirsgirêkan zêdetir bike, jin û zarok hemû civak wê zererê jê bibînin. Li tevahî civakên Rojhilata Navîn de mezheb, bîr û baweriyên cûda hene, lê eger bigihêje wê astê ku Qanûna Kesî li ser were danîn, wê bibe metirsiya herî mezin ya ji bo civakê. Em weke Rêxistina Kobestî Komelayetî ya Kurd dixwazin pêşnûme qanûna hatine pêşniyarkirin neyên erêkirin. Em bi taybetî bang li hêzên Kurd yên li parlamenta Iraqê dikîn ku rê li ber vê pêşnûme qanûnê bigire û ji bo ev qanûn neyê bi cih anîn, bibin asteng.”

Mardîn di berdewamiyê de got; “Ger pêşnûme qanûn bê erêkirin, wê rê li ber guhertina qanûna sivîl û ceza jî veke. Ji ber ku sererastkirina Qanûna Kesî wê rewatî bide sûcan jî. Ger ev pêşnûme qanûn bê erêkirin wê bandor li Herêma Kurdistanê jî bike û ji bo jinan wê bibe sedema pirsgirêkên mezintir. Bi cih anîna vê qanûnê, li dijî Danezana Mafê Mirovan ku Iraqê jî îmzekiriye û dijî destûra navxwe ya Iraqê ye.”