Rêxistina Jinan ya Azadîxwaz a Kurdistanê RJAK dê îro li Hewlêrê duwemîn konferansa Jineolojiyê li dar Bixe.
Konferans dê îro saet di 09.00 de li otela Çirax a Hewlêrê dest pê bike. Konferans bi şîara Jineolojî, Hevdîtina jinê ya bi heqîqetê re tê lidarxistin. Tevî rêkxistinên jinan gelek jinên parlementer jî beşdarî konferansê dibin.
Tevî nîqaşên li ser Jineolojiyê wê mijarên weke Şîdeta li ser jinê, tekoşîna ji bo azadiya OCalan û nirxandinên Ocalan yên di derbarê tekoşîna azadiya Jinê de wê werin destgirtin.
Axaftina vekirina konferansa ku ji 4 rûniştinan pêk tê wê ji aliyê endama meclîsa RJAKê Berîvan Muhemmed ve were kirin. Di rûniştina bi mijara "Jineolojî çi ye, Çarçoveya Zanîsta Jineolojiyê û armanca wê" de axaftvan hevseroka PÇDKê Necîbe Omer e.
Di rûniştineke din a konferansê de jî wê sînevîzyona ji nirxandinên Ocalan ya li ser tekoşîna azadiya jinê û rola wê ya dîrokî were nîşandan. Rûniştina sêyem jî ji bo nirxandina îdeolojiya azadiya jinê hatiye veqetandin. Axaftvana mijarê Endama meclîsa RJAKê Perwîn Hesen e.
Di rûniştina dawî ya konferansê de jî wê Dr Rabîa Abbas şîdeta li ser jinê binirxîne. Konferansa ku ji bo her kesê vekiriye dê heta saet 16.00 berdewam bike.