Konferansa Jinolojî ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê ve hate sazkirin, li Hewlêrê pêk hat. Konferans bi tevlîbuna dehan kesan, bi deqeyek rêzgirtin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji des dane, li Hewlêr pêk hat.
Jinolojî ku yek ji tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane, li ser bingehê azadiya jinê hatiye sazkirin. Konferans vê armancê ji bo azadiya jinê, zext û zoriyên li ser jinê bên rakirin, pêk hat. Destpêkê gotarek li ser îdeolojiya rizgariya jinê ji aliyê Bêrîvan Mihemed ve hat xwendin.
Di gotarê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ku derbarê jinê de cih girtin. Piştî wê jî gotarên li ser tundiya li ser jinê û şêwazê çareserkirina wê hatin xwendin. Piştî wan gotaran sînevizyonek ku li ser jinê hatibû amadekirin hat temaşekirin, sînevizyona ku piranî li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zanyarên din yên cîhanî yên ku derbarê jinê de nivisîne pêk hat pêk dihat, hate nîşandan.
Endama Komiteya Amadekar ya Konferansa Jinolojiyê Bêrîvan Mihemed agahî da. Mihemet, diyar kir ku armanca konferansê zêdetir derbarê Jinolojî ku yek ji tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane hatiye sazkirin.
Bêrîvan da zanîn ku wana xwestine pirsgirêka jinê têxin nava guftugoyan ji bo ku, di nava gel de were axaftin û ji bo vê yekê çareseriyek ji bo pirsgirêka jinê were kirin.
Konferans di saetên danê êvarê de bi dawî bû.