Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiya 8’ê Adarê

Endama Koordînasyona PAJK’ê Gulçiya Gabar cejna 8’ê Adarê li jinên Efrînê û hemû jinan pîroz kir û got: “Rêberê me îdeolojiya rizgariya jinê di 8’ê Adarê de diyarî hemû jinan kiriye û tekoşîna jinê kiriye malê civakê.”

Li Herêmên Parastina Mediyayê pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Têkoşîna Jinên Kedkarên Cîhanê, li herêma Behdînan a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya gelek jinên gerila bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Qada pîrozbahiyê bi alayên PKK û PAJK’ê li gel wêneyên Rêberê gelan Abdullah Ocalan hate xemilandin. Di despêkê de endama Koordînasyona PAJK’ê Gulçiya Gabar nirxandin kir. Gabar bi giyana Efrînê û kevneşopiya 8’ê Adarê despê kir û wiha domand: “Despêkê em cejna Rêberê xwe, hemû hevalên xwe yên girtîgehan û jinên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de pîroz dikin.”

Gabar bibîr xist ku giyana 8’ê Adarê ji kevneşopiya berxwedana jinên Şikagoyê tê û wiha berdewam kir: “Bi tekoşîna jinên bajarê Şikagoyê ya li hemberî deshilatiyê serîrakirina jinan heta roja me hatiye. Têkoşîna jinan wateya vê rojê bilind kiriye. Weke Kilara Zetkîn û Roza Luksengbur gelek jinan serî rakirine, bi keda xwe di dîrokê de bêmirin bûne, lê kesanî mane. Rêberê me ev roj êdî kiriye malê hemû civakê.”

 ‘RÊBERÊ ME TÊKOŞÎNA JINAN CIVAKÎ KIRIYE’

Gabar têkildarî keda Rêberê gelan Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan jî dayî wiha anî ziman: “Rêberê me ev têkoşîn kire malê hemû civakê û di vê rojê de îdeolojiya Rizgariya Jinê ji bo hemû jinan kire diyarî. Bi vê romanê jinên kurd di çeperên berxwedanê de cih girtin. Ger jin azad nebe wê şoreş qels bimîne.”

‘BI BERXWEDANA XABÛR Û BARÎNAN BERXWEDANA SERDEMÊ LI EFRÎNÊ MEZIN DIBE’

Gabar destnîşan kir ku berxwedana jinên Efrînê rengê xwe da 8’ê Adara 2018’an û wiha pêde çû: “Jinên Efrînê hemberî faşîzmê li ax û keda xwe xwedî derketin. Bi pêşengiyal Avesta Xabûr û Barîn Kobanê jin eniya Berxwedana Serdemê ya Efrînê mezin dikin. Bi pêşengiya jinên Efrînê em ê hemû roja bikin 8’ê Adarê.”

Piştî axaftina Gulçiya Gabar jinên gerila bi hestên çiyayî helbestên berxwedanê bi hatina Biharê re watedar dikin xwendin. Piştî helbestan jî li ber dengê Koma Awazên Çiya govend gerandin. Di gerdandina govendê de baran jî kêm nema û li ser keziyên jinên çiyayî dilop dilop dihat xwarê.