Li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê Zîlan hate bibîranîn

Li Komara Adigeyê ya herêma Krasnodarê ya Rûsyayê çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) bi civîneke gel hate bibîranîn. Kurdên ku li Komara Adigeyê dijîn bi wesîleya bibîranînê li hev kom bûn.

Li Komara Adigeyê ya herêma Krasnodarê ya Rûsyayê çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) bi civîneke gel hate bibîranîn. Di civîna bibîranînê de endama TJKN’ê Fatma Arîn têkildarî girîngiya rojê axivî. Arîn di axaftina xwe de di şexsê Zîlanê de şehîdên meha Hezîranê Sema Yuce, Fîkrî Baygeldî û Gulan  bi bîr anî.

Arînê di dûmahîka axaftina xwe de têkildarî şertên çalakiya Zîlanê agahî da. Arîn bal kişand ser vî tiştî ku ev çalakî asteke nû ye û got, “Têkoşîna gelê Kurd, bi çalakiya rêheval Zîlanê gihiştiye lûtkeyê. Vê çalakiyê derbeke xurt li dewleta faşîst a Tirkiyeyê daye û vê çalakiyê rêya têkoşîna gelê Kurd ronî kiriye.”

Arînê di dûmahîka axaftina xwe de got ku, “Îro li Kurdistan û li gelek cihên dinyayê Kurd navê Zîlanê didin zarokên xwe û li ser xeta rêheval Zîlanê bi hezaran şehîd hene. Vê çalakiya fedaî ya rêheval Zîlan hêz û îradeya jinên Kurd xurttir kir. Vê çalakiya di 30’ê Hezîrana 1996’an de bûye biryardariya artêşa jinan û ev çalakî tê wateya îfadeya herî zelal a xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Çalakiya Arîn Mîrxan a li Kobanê ya ku li ser xeta rêheval Zîlan hatibû kirin, diyar dike ku vê xeta têkoşînê tu carî têk naçe û her dem xwe nû dike. Vî giyanê fedaî gelê Kurd ber bi têkoşîna azadiyê ve dibe.”