Li hemberî IKEA ya jin biçûk xist bertek zêde dibin

Li hemberî IKEA ya jin biçûk xist bertek zêde dibin

IKEA ya zincirîra firotinê ya mobîlya a navnetewî bi armana ku hilberînên xwe bifiroşe katalog amade kirin û bi 27 zimanan 198 heb hatin çapkirin û li 38 welatan tê belavkirin. Lê li Erebîstana Siûdî di katalogan de yek wêneyekê jinê tune. Hemû wêneyên jinan hatiye paqijkirin.

Erebîstana Siûdî ku bi Tirkiyeyê re bi demogojiya ku dê li Suriyeyê demokrasiyê ava bike alîkariya pere û çekan dide Artêşa Suriyeyê ya Azad, Erebîstana Siûdî mafê jinan yên wekî bikaranîna wesayîtan, dengdayînê û beyî malbat li gel jinan tune be nekare derkeve, tune. IKEA pêngaveke din pêşve çû û bi awayekî sîstematîk hemû wêneyên jinan yên li ser katalogê paqij kir.

JI CÎHANÊ VEDIGUHERÎNIN

Di malpera înternetê ya IKEA’yê de tê îdiakirin ku şîrket xwedî nirxên etîk yên ku mafê mirovan û yên jinan diparêze. Di beşa bi sernavê ‘Jin cîhanê diguherîne’ de tê destnîşankirin ku jin di warê başkirina şert û mercên jiyanê yên zarokan de û veguhertina civakî de rolek sereke dilîze. Tê diyarkirin ku ji ber vê yekê Weqfa IKEA’yê ji bo jin û zarokan derfetên gelek girîng diafirîne. Lê dema mijar bibe qezenckirina pereyan IKEA prensîbên ku daye ber xwe bin pê dike û ev jî nabe pirsgirêk bo wan.

Piştî ev mijar di çapemiyê de derket pêş li hemberî helwesta IKEA’a ya ku Erebîstana Siûdî jinan tune dihesibîne û biçûk dixîne, bertek zêde bûn. Ji rewatiyên IKEA heta wezîran gelek alî û bi taybetî jî rêxistinên jinan bi gotinên tund paqijkirina wêneyên jinan a ji ser katalogê rexne kir.

DIVÊ XWEDÎ PRENSÎB BIN Û BIN PÊ NEKIN

Wezîrê Wekheviyê Naymko Sabunî da zanîn ku IKEA piştgiriyê dide biçûkxistina jinan û jinan diavêje plana duwemîn. Sabunî anî ziman ku kesên dixwazin pere qezenc bikin divê xwedî prensîb bin û divê li gorî prensîba xwe bi rê ve biçîn.

Pispor jî li hemberî helwesta IKEA’yê bi bertek in. Ji Zanîngeha Lund Rektorê Beşa Civaknasiyê da zanîn ku IKEA ji bo ku Suudî Erebîstanê razî bike ev wêneyên jinan rakirine. Rektor da zanîn k udi rojnameyên Erebîstana Siûdî de wêneyên jinan hene û got divê ev katalog demildest bên berhevkirin.

Li hemberî bertekan weke her tim nûnerên IKEA’yê, rêveberiyên herêmî û şefên IKEA ya Erebîstana Siûdî berpirsyar dît. Lê hate hînbûn ku rêveberiyên herêmî ev biryar negirtiye, Inter IKEA’yê girtiye.