Li Hatayê jinek hate kuştin
Li bajarê Tirk Hatayê jineke bi navê Şûle Yildirim ji hêla hevserê wê yê bi mehra ber destê melê hate kuştin.
Li bajarê Tirk Hatayê jineke bi navê Şûle Yildirim ji hêla hevserê wê yê bi mehra ber destê melê hate kuştin.
Li taxa Ozerlî ya navçeya Dortyolê ya Hatayê Şûle Yildirim a 38 salî ji hêla hevserê wê Ercan Y. ve bi amûreke birek hate kuştin.
Diyar bû ku hevserê wê yê bi mehra dînî Şûle Yildirim li ber çavê 4 zarokên wê bi rengekî hovane qetil kiriye. Li ser qêrîna zaroyan cîranên ku hatin malê nehiştin ku Ercan Y. bireve.
Ercan Y. hate destgîrkirin.