Li Elmanya û Belçîka 3 jinên Kurd hatin bibîranîn, edalet xwestin

Jinên Kurd ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Hambûrg û Salzgîtter û Dusseldorfê hatin bibîranîn.

Di 9’ê Çileya 2013’an de şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin. Ji bo şoreşgerên jin li Elmanyayê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.

Çalakî li Navenda Çandê ya Sozîal Centro ya Hambûrgê hate lidarxistin. Gelek jinên Kurd û Elman tevlî bibîranînê bûn.

Nûnera Meclîsa Jinan a Rojbînê Leyla Kaya jî diyar kir ku kujer nehatine darizandin û nerazîbûn nîşanî hikumeta Fransayê da. Kaya bangî meşa di 11’ê Çileyê de kir.

SALZGÎTTER

Li bajarê Salzgîtterê jî Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk çalakiyek li dar xist. Nûnera Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo Hakîme Yoûsûf got ku “Di 11’ê Çileyê de ji bo edaletê em ê li Parîsê bin.”

DUSSELDORF

Kurdistaniyên li pêşiya Sefaretxaneya Fransa a li bajarê Dusseldarof a Elmanyayê hatin ba hev Qetlîama Parîsê şermezar kirin û bal kişandin ku berpirsên qetlîamê nehatine cezakirin. Di çalakiyê de hate gotin ku ji roja destpêkê ya qetlîamê û heta niha jinên Kurd û gelê Kurd ji bo edaletê li qadanin. Her wiha nerazîbûb nîşanî bêdengiya Fransa hate dayîn.

BRÛKSEL

Bi pêşengtiya TJK-E li paytexta Belçîka Brûkselê jî li pêşiya Sefaretxaneya Fransa çalakiyek hate kirin û SKP’ê jî destek da çalakiyê.

Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên hatibûn qetilkirin hatin hildan. Her wiha di çalakiyê de daxwaza darezandina kujeran hatin kirin.