Li Giyadînê îdiaya întîhara du jinan
Li Giyadînê îdiaya întîhara du jinan
Li Giyadînê îdiaya întîhara du jinan
Hate îdîakirin ku, li gundê Tezekend ê navçeya Giyadînê ya Agiriyê jina bi navê Sevda Yardimci (27) a dayîka 2 zarokan întîxar kir.
Hate îdîakirin ku, şevê din li gundê Tezekend ê navçeya Giyadînê ya Agiriyê jina bi navê Sevda Yardimci ya 27 salî û xwedî 2 zarokan bi çeka nêçîrê gule li singê xwe da û întîxar kir. Hate gotin ku, ji ber hevjînê wê ji bo xebatê çû Îzmîrê li mala dayîka xwe dima û sedema întîxara Yardimci nehate zanîn. Yardimci bi giranî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yardimci ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê.
Li aliyê din hatibû îdîakirin ku, xwendekara amadeyî ya bi navê Zehra Polat a 17 salî li mezraya Çoban a gundê Hacixalit a navçeya Giyadînê ya Agriyê di 21'ê gulanê de li ber malê bi çeka nêçîrê hewildana întîxarê kiribû. Polat bi giranî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê û pişt re sewqî Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê hatibû kirin. Hate zanîn ku, Polat şevê din li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.