Li girtîgehê nivîsîna bi Kurdî bi heq e

Li Girtîgeha Jinan a Amedê ji bo wergera nameyên Kurdî ji girtiyan pere hate xwestin. Bi zimanên din nivîsîn bi bê heqe, tenê ji bo Kurdî bi heq e.

Her roj li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê skandalên nû dertên holê. Heqê ji bo wergera nameyên Kurdî ku berê li hin girtîgehan dihate standin, vê carê li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Amedê hate bicihanîn.

Li gorî agahiya ku ji girtiyan hatî standin, îdareya girtîgehê ji bo nameyên ku hatine nivîsîn û ji wan re hatine, yên bi Kurdî pereyan dixwaze. Ji bo nameyên ku bi Ingilîzî, Fransî, Elmanî û hwd. ti biryareke tine lê ji bo Kurdî ev heye û ev weke zilmekê hate pênasekirin.