Li girtîgeha Bakirkoy a Jinan newekheviyê ku li djî girtiyên reşik pêk tên gihişt asta skandalan. Girtiyên reşik ku tenê di hin karê hatine diyarkirin de dixebitin, li dijî vê pereyê wan jî nayê dayîn.
Serokwezîrê Tirk ku li Somaliyê pozên bi şewqet dide û alîkariyê dişîne, li girtîgehên Tirkiyeyê ku vegeriya agirgehê, girtiyên Efrîkayê rastî pêkûtiyên dijî mirovahiyê tên û bi newekehiyeke mezin re rû bi rû tên. Ev yek jî nîşan dide ku Erdogan tenê li ber kamerayan xwe wisa nîşan dide.
Neyartiya li dijî biyaniyan mînaka wê ya herî şênber li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy pêk tê. Di girtîgehê de pêkûtiyên li hemberî jina bi navê Nancy Wanjîku Munyoîa ya ji Kenyayê mirovan matmayî dihêle. Nancy Wanjîku Munyoîa ku ji ber tiryak pêre hatiye dîtin ev saleke di grtîgehê de qawişa B-14 de dimîne. Munyoîa ji ber ku reşike rastî êrîşa nîjadperest a girtiyên edlî û hukumxwarin tên. Her wiha rastî polîtîkayên newekheviyê yên rêveberiya girtîgehê tê.
REŞIK NEKARIN DI MUTBEXÊ DE BIXEBITIN
Nancy da zanîn ku ji ber hewcedariyên xwe xwestiye di beşa mutbexê de bixebite lê her tim ev daxwaza wê hatiye redkirin. Nancy wiha got: “Qawişa me ya ku ji biyaniyan pêk tê, tenê mirovên spî dikarin di mutbexê de bixebitin. Min jî ji berpirsyarê mutbexê pirsî ku çima min nagirin mutbexê. Ez hîn bûm ku ji ber ez reşik im, nahêlin ez bixebitim. Berpisryarê beşa mutbexa mêran got; “em li vir reşikan naxwazin û ez biçûk xistim. Piştre min lêkolîn kir ku nahêlin tu reşik li mutbexê bixebitin. Heta niha serlêdana tu jineke reşik qebûl nekirine. Weke ku em nexweş bin li me dinêrin.”
GELAŞÊ BI ME DIDIN KOMKIRIN
Nancy wiha pê de çû: “Piştre min xitin nava karê paqijî û berhekirina gelaşê. Ligel ku ev 4 mehe ez gelaşa qawişê û hemû korîdoran paqij dikim jî quruşek tenê jî pere îdareyê nedaye min. bi dehan carî ji bo ku pereyê xwe bigirim, min daxwazname nivîsî. Lê min bersiv negirt. Piştre ez çûm hevdîtinê û midûra jin got ‘em dê bidin’ û ez şandim. Ez nekarim tu hewcedariyên xwe bînim cih. Malbata min ne li vir e. Seferatxane jî alîkariyê nade min. Ez gelek di tengasiyê de me.”
MA REŞIKBÛN SÛCE
Jina bi navê Mamawejje Cîssy ya ji Ugandayê ku ducanî ye, diyar kir ku ligel tu eleqeya wê bi meseleyê tune ye, jiber ku tiryak bi xwişka wê hatiye dîtin ji 9’ê tebaxa 2012’an de girtiye. Mamawejje mehek maye zaroka xwe bîne dinê. Mamawejje diyar dike ku ji ber ku tirkî nizane, nekare derdê xwe vebêje û wiha got: “Em nekarin tu hewcedariyên xwe bînin cih. Ma reşikbûn sûc e. Wekî ku sûce li me dinêrin. Em di rewşek gelek xerab de ne. Em nekarin dengê xwe bigîhin tu kesî.
BEXŞ BI KU DE DIÇIN?
Tê zanîn ku ji aliyê sazî, komele û şexsiyetan ve ji bo girtîgeha Bakirkoy a jinan bexş (pere, amûr) tê kirin. Ev bexşên ji bo girtiyan tên kirin gelo bi ku de diçin. Ev amûrên ku divê ji bo girtiyên malbatên wan ne li vir Û girtiyên biyanî bê belavkirin, bi ku de diçin û ji kê re diçin?”