NÛ BÛ

Li gelek bajaran kongreyên meclîsên jinan pêk hatin

Meclîsên jinan li bajarên Munchen, Bochûm, Wûppertal ên Elmanyayê, li bajarên Bruksel û Lîege yên Belçîkayê û li paytexta Awûstûrya Viyanayê kongreyên xwe lidar xistin.

Meclîsên jinan li bajarên Munchen, Bochûm, Wûppertal ên Elmanyayê, li bajarên Bruksel û Lîege yên Belçîkayê û li paytexta Awûstûrya Viyanayê kongreyên xwe lidar xistin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan kongreya xwe ya 3. lidar xist.

Kongreya li Komeleya Çanda Kurd pêk hat bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre peyama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) hat xwendin.

Li dû xwendin û nirxandina rapora li ser karê salekê yê meclîsê, meclîsa ji 23 kesan û komîsyon hatin hilbijartin.

Arîfe Soysuren û Leyla Aslan jî bûn Hevberdevkên Meclîsê. Kongrey bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qediya.

LÎEGE

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê, Meclîsa Jinê ya Ronahî kongreya xwe ya 7. lidar xist. Kongre bi beşdariya 60 kesî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di kongreyê de peyama TJK-E hat xwendin û karê salekê yê meclîsê hat nirxandin. Piştre hilbijartin hat kirin û hevberdevkên meclîsê hatin diyarkirin.

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Komuna Jinê - SARA, di encama kongreyekê de, ku 60 jin lê amade bûn, meclîsa xwe ragihand.

Di kongreyê de rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin û li dû nirxandina rapora karê salekê, jinan nêrînên xwe anîn ser ziman. Beşdaran li dijî êrîşên hovane yên li jin û gelê Kurdistanê tên kirin, işaret bi girîngiya avakirina civaka demokratîk kirin.

Jinan her wiha karê xwe yê li Munchenê nirxandin û piştre hilbijartin kirin. Di encamê de Meclîsa ji 27 kesan, 6 komîsyon û 3 berdevk hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Azadî ji Serok Apo re" qediya.

VIYANA

Saziya Jinên Kurd (AVESTA) ya li paytexta Awûstûrya Viyana û derdora wê dixebite, kongreya xwe ya 10. lidar xist. Kongre bi beşdariya 30 delegeyan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, pêvajoya siyasî hat nirxandin û dûre rapora karê salekê hat xwendin û nîqaşkirin. Delegeyan dan xuyakirin, ku jin wê di sala 2017'an de di nava pêvajoyeke xurt a çalakiyan de bin. Di kongreyê de her wiha li dîmenê "Na" ê ji bo referandûmê hatibû amadekirin, hat temaşekirin.

BOCHÛM

Li bajarê Bochûm ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Axîn Mêrdîn kongreya xwe ya damezrandinê pêk anî.

Di kongreyê de tevî pêvajoya siyasî, amadekariyên ji bo referandûmê jî hatin nirxandin. Di kongreyê de danezana meclîsê hat xwendin û bal hat kişandin ser rola jinê di nava civakê de.

Di dawiyê de komîsyon hatin hilbijartin û ji bo Berdevkiya Meclîsa Jinê a Şehîd Axîn Mêrdîn Seher Yildirim hat hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" qediya.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê jî, Meclîsa Jinê kongreya xwe ya 9. a asayî lidar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê, ji berdevkên meclîsê Zeynep Guner Işik axivî.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Zîlan Serhed li vir axivî û anî ziman, têkoşîna dewleat Tirk wê bi saya jinên Kurd be. Serhed, ji bo komkujiyên li Kurdistanê bêbersiv nemîne bang kir.

Di kongreyê de piştî nirxandina rewşa siyasî û rapora li ser karê salekê, meclîsa ji 44 kesan hat hilbijartin. Her wiha ji bo berdevkiya meclîsê jî Aysel Azaj, Zeynep Guner Işik û Fatma Ozer hatin hilbijartin. Dİ kongreyê de komîsyonên rêxistinbûn, têkiliyên derve, edalet, dayikên aştiyê, malbatên şehîdan, çand û mizgeftê hatin avakirin. Komîsyonên civakî, perwerde û atolyeyê jî bi komîsyona têkiliyên derve ve hatin girêdan.