Li gel yasayê jî rêveberên jin kêm bûn!

Li Elmanya 2015’an yasaya ku di şîrketên mezin de jin di rêveberiyê de zêdetir bibin xwedî gotin derket lê li gel vê jî hijmara rêveberên jin li şûna ku zêde bibin kêm bûn. Rewşeke wiha li welatên dî yên YE jî heye.

Li gel jiyana modern a pêşketî jî  li Ewropayê jin û mêr hê jî di jiyana kar de ne weke hev in. Piranî carna li gel ku bi heman şertan dixebitin jî jin kêmtir destmizê distînin. Tenê li Elmanya ji her 3 jinan yek jê ji bilî kar divê li zarokên xwe jî binerin, ji her 5 jinan yek jê bi tena serê xwe li zarokên xwe dinerin.

Li gorî pisporan ji ber van sedemên xelekî jin di jiyana kar de nikarin karîyerê bikin û dawiyê rêveberî dikeve dest zilaman. Ji bo ku pêşî li vê wer girtin li welatên YE’yê 2015’an verastkirin çêbû.

LI ELMANYA HEDEF 30 JI 100’Î BÛ

Li Elmanya 1’ê Çile ya 2016’an yasayek derket da ku di şîrketên mezin de hijmara rêveberên jin zêde bibe. Li gorî vê jî dihate payin ku di 108 şîrketî de di desteya rêveber de kotaya jinan 30 ji 100’î be.

Hikûmeta Elman ku wê demê rêjeya rêveberên jin 5 ji 100’î bû dixwest heta 1’ê Çile ya 2018’an bike 50 ji 100’î. Ji bo 3500 şîrketê dî jî nermbûnek çêkir û xwest ku kontenjana jinan ew diyar bikin.

Lê berovajî hedefa diyarkirî, ku şîrketên mezin li dij derdiketin hijmara jinan li gorî 2015’an di şîrketên mezin de hijmara rêveberên jin kêmtir bûye. Beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedadar Partiya Keskan ji hikûmeta federal pirs kir bê ka kotaya jinan pêk hatiye yan na.

HIJMARA RÊVEBERÊN JIN KÊM BÛ

Di bersiva hikûmetê de hate gotin li gorî hijmara 2017’an di sektorên taybet de di 65 şîrketan de di desteya rêveber de rêjeya jinan 17,3 ji 100’î ye. Ev rêje 2015’an 18,2 bûye. Lê di saziyên cameweriyê de ev rêje zêdetir bûye. 2015’an 27 ji 100’î bûye û 2017’an ev bûye 30 ji 100’î.

LI TEVAHIYA EWROPAYÊ EV KÊMTIR E

Li tevahiya Ewropa rêveber 10 ji 100’î jin in. Lê dema ku mirov li serektiya desteya rêveber û kursiyên CEO dinere rêjeya jinan 6-7 ji 100’î ne. Li gorî pisporan sedema vê ew e ku şîrket destekê nadin pêvajoya dayiktiyê ya jinan.