Li Fransayê di salekê de 109 jin hatin kuştin

Hikûmeta Fransayê ragihand ku di sala 2017’an de 109 jin ji aliyê hevjîn yan jî destgiriyê xwe ve hatine kuştin.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Fransayê Chrîstophe Castaner û Wezîra Dewletê ya ji Wekheviya Jin-Mêr Berpisyar Marlene Schîappa daneyên tundiya li jinan a 2017’ê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê sala derbasbûyî 109 jin ji aliyê hevjîn yan jî destgiriyê xwe ve hatine kuştin. Ev tê wê wateyê ku her 3 rojan carekê jinek tê kuştin. Li gorî daneyên fermî di sala 2016’an de 123 jin hatibûn kuştin.

Hikûmeta Fransayê plan dike ku roja Sêşemê li ser înternetê platforma îxbarê ya tundiya zayendî ava bike.

Li gel 109 jinan di nava salê de 16 zilam jî ji aliyê hevjîn yan jî destgiriya xwe ve hatine kuştin. Hate diyarkirin ku di çarçoveya tundiya nava zewacê de jî 25 zarok hatine kuştin. Ev dane li gorî daneyên polîs û jendirmeyan e.