Li Fransa Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bîranîn

Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Fransayê daketin qadan, sê jinên ku di qetlîama 9’ê Çileyê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi çalakiyan hatin bîranîn.

STRASBOÛRG

Li Strasboûrga Fransayê qetlîama Parîsê di salvegera 8’an de hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li ber Gare Central a Strasboûrgê hatin gel hev, qetlîama Parîsê protesto kirin.

Di çalakiya ku gelek sazî tevlî bûyî de li ser navê CNKS, Garde 67, Partîzan, TJK-E, Însiyatîfa Jin a Zîn û bavê Fîdan Dogan axivîn.

Çalakî piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

RENNES

Li bajarê Rennes a Fransayê Kurdistanî û dostên wan, di salvegera qetlîama Parîsê de li qadan bû.

Kurdistaniyên di saet 14:00’an de li ber Place du Colombîerê hatin gel hev, bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Di dirêjahiya meşê de belavok hatin parve kirin.

Gel piştî meşê li Place de la Rebûplîqûe yê mitîngek lidarxist. Di mitîngê de diyarkirin ku pêwîst e kujer bên darizandin.

Her wiha grava birçîbûnê ya girtiyên li zindanan hate silavkirin û banga xwedîderketina li berxwedana zindanan kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyaya Fransayê jî bi meş û mitîngê her sê jinên Kurd hatin biranîn.

Meşa ku di saet 13:00’an de li Canabîere destpêkirî, Kurdistanî ji Drangûîgnan, Montpellîer û Lyonê tevlî bûn.

Kurdistanî û dostên wan ên ku hejmara wan nêzî 5 hezaran, saet 14:00’an ber bi Qada Vîeux-Portê ve meşiyan.

Di meşê de wêneyên sê jinan Cansiz, Dogan û Şaylemez, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hilgirtin.

Çalakgerên ku di meşê de dirûşmeyên “Pêwîst e kujer Erdogan û hevkarê wê Fransa hesab bide” û “Bijî Serok Apo” berz kirin, li Qada Vîeûx-Portê jî mitîng lidar xistin.

Mitîngê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir û diyar kirin ku pêwîste Erdogan were darizandin û tavilê ev qetlîam were zelalkirin.

TOÛLOÛSE

Li Toûloûseya Fransayê jî 3 jinên Kurd hatin bibîranîn.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî û bi xwendina belavokan dom kir. Berdevka Meşa Jinên Cîhanê Marle Therese axivî.

Therese got, ji ber siyaseta qirêj a Erdogan sê jinên şoreşger şehîd bûn û diyar kir hetanî edalet cihê xwe nebîne wê bêdeng nebin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.