Li Frankfûrtê ji bo edaletê çalakî hat lidarxistin

Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin kuştin, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çalakî hat lidarxistin û daxwaza edaletê hat kirin.

Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin kuştin, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çalakî hat lidarxistin û daxwaza edaletê hat kirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara ve hat organîzekirin û li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat.

Berdevka Meclîsa Jinê ya AMara Melîha Danişir Akbaba li çalakiyê axivî û got, "Weke jinên Kurd em ê dest ji vê dozê bernedin. Tevî ku dewleta Fransayê û îstîxbarata Tirk hevkariyê dikin û hewl didin dozê binixumînin jî, heta kiryar bên eşkerekirin û edalet bi cih bê, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Akbaba bal kişand ser referandûma 16'ê Nîsanê û destnîşan kir ku ew ê bi dayîna dengê 'NA' re li ber dîktatoriya şexsekî rabin ku ev dîktatorî komkujî, destavêtin û destdirêjiyê li ser jiyana ferz dike.

Di çalakiyê de ji bo meşa 8'ê Adarê banga tevlîbûnê hat kirin, ku wê di 4'ê Adarê de bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li ber HBF a Frankfûrtê dest pê bike.