Li Frankfûrtê çalakiya ‘Femînîzîd’ hat lidarxistin

Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê ku her mehê Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Tifaqa Grevê ya Jinên Femînîst û Women Defend Rojava çalakiya ‘Femînîzîdê’ li dardixe, rojeva çalakiya vê mehê rewşa jinên Efgan bû.

Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Tifaqa Grevê ya Jinên Femînîst û Women Defend Rojava her mehê li bajarê Frankfûrtê çalakiya hevpar ya Femînîzîd lidardixin. Di mîtînga vê mehê ya Femînîzîdê de bi dehan jin hatin ba hev.

Li wir di axaftina ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd hate kirin de hate gotin ku jina Kurd li hemberî DAÎŞ’ê şer kir û ew bin xist. Niha jî divê jinên Efgan li hemberî Talîbanê li berxwe bidin.

Piştî axaftinê belavoka TJK-E û peyama Women Defend Rojava û Koma Jinên Fraûen Streîk hatin xwendin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Piştewaniya Jinan” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.