Li Fînlandiyayê tundiya li jinê pirsgirêka herî giran a civakî ye

Statîstîkên ji aliyê saziyên dewletê ve hatin weşandin eşkere dikin, li Fînlandiyayê ku yek ji welatên herî wekhev ên cîhanê ye, tundiya li jinê pirsgirêkeke girîng a civakî ye. Li gorî vê yekê, yek ji sê jinan mexdûrê tundiyê ne.

Ji her 10 jinên mexdûrê tundiyê tenê yek ji polîsan re radigihîne. Yek ji sê jinên dibe hedefa şîdeta hevser an jî hevalê xwe yê mêr, ji kesî re qala tiştên bi serî ve hatiye nake.

Li gorî daneyên rêxistinbûna bi navê 'Xeta Jinê', tundiya li jinê li nava hemû beşên civakî rû dide. Mêrên ji aliyê aborî û civakî ve di asteke hîn bilindtir de ne, li gorî mêrên di asteke nizmtir de ne, hîn bêhtir tundiyê dikin.

Rastiyeke din ku lêkolînê raxist pêş çavan ew e, jinên ciwan hîn bêhtir dibin hedefa şîdetê.

Li gorî lêkolîna Enstîtuya Aramî û Tenduristiyê, kolan ji bo mêran, mal jî ji bo jinan metirsîdar e. 70 ji sedî yên li malê tundî lê dibe, jin in. Salê bi qasî 50 hezar jin dibin hedefa destdirêjiya zayendî.

DI MIJARA TUNDIYA DIJÎ JINÊ DE LI EWROPAYÊ DIR ÊZA DUYEMÎN DE YE

Li gorî tespîtên Ajansa Mafên Bingehîn a Yekîtiya Ewropayê, di nava welatên Ewropayê de yên herî zêde tundî li jinê tê kirin, Fînlandiya di rêza duyemîn de ye.

Saziyên jinan û yên mafên mirovan ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de ye, hikumeta Fînlandiyayê sûcdar dikin ku tundiya li jinê tê kirin ji nedîtî ve tê û tedbîran nagire.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand, tundiya li jinê pirsgirêka herî giran a civakî ya li Fînlandiyayê ye.

Seroka Federasyona Xwendekarên Fînlandiyayê (FSF) Heîkkî Koponen bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li hikumeta Fînlandiyayê kir ku li gorî peymanên pêşîgirtina li şîdeta li jinê tevbigere ku Fînlandiyayê jî mohra xwe daniye binî.

KAMPANYA LI DIJÎ ŞÎDETA LI JINÊ

Rêxistinbûna bi navê 'Xeta Jinê' ji bo tundiya li jinê teşhîr bike û zextê li siyasetmedaran bike ku tedbîran bigirin, biryar da dest bi kampanyayeke hunerî bike.

Li merasîma li qesrê ya 6'ê Kanûnê ku wê serxwebûna Fînlandiyayê bê pîrokirin, hunermend û siyasetmedar wê kincên ku 3 jinên destavêtin li wan hatiye kirin temsîl dikin, li xwe bikin.

Ev kinc jî wê ji aliyê modevan Anne-Marî Pahkala ve bê amadekirin.