Li Evryê jin pêşengiya kampanyaya îmzeyan dikin

Li Evryê jin pêşengiya kampanyaya îmzeyan dikin

Kampanyaya Îmzayan ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin li seranserê Ewropayê belav dibe û li bajarê Evry bi pêşengiya jinan kampanya didome.

Gelek nivîskar, rewşenbîr û zanist di 6’ê îlonê de li paytexta Bruksel a Belçîkayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya îmzeya ya ‘Ji bo Ocalan Azadî’ da destpêkirin û li seranserê Ewropayê didome.

Li herêma Evry a Parîsê jin pêşengiya kampanyayê dikin. Li ber navenda kar a Agaro jin duh hatin cem hev û di çarçoveya kampanyayê de 2 hezar belavok belav kirin. Jinan da zanîn ku nêzî 900 kesî îmze avêtiye metna kampanyaya îmzeyan.