Li Eûskîrchenê panela li ser 25'ê Mijdarê

Li bajarê Eûskîrchen ê Elmanyayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jİnê paneleke hate lidarxistin.

Qisekerên panelê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan û aktîvîsta TJK-E'yê Done Guzel bûn.

Guzel qala guherîn û veguherîna civakî ya bi tecrûbeyên Tevgera Jinên Kurd û tevgerên femînîst kir. Guzel diyar kir, wan berxwedana xwişkên Mîrabel dewr girtine û got, "Jinên ne rêxistinbûyî, garantiya xwe ya jiyanê nîne."

Guzel ragihand, jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe dîrokê dinivîsînin û got, ev yek bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.

Aydogan jî diyar kir, çawa ku xwişkên Mîrabel li dijî dîktatoriyê têkoşiyan, jinên Kurd jî niha li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk heman têkoşînê dikin.

Aydogan anî ziman, bi saya têkoşîna jinên Kurd tevgera femînîst a li Tirkiyeyê zindî bûye û got, "Me rê li ber guherîn û veguherînên civakî vekir. Tundiya li jinê ya li Bakurê Kurdistanê bi têkoşîna jinê qels bû. Jin bûn hêzeke rêxistinbûyî."

Aydogan da xuyakirin ku têkoşîna jinê daîmî ye.

Beşdarên panelê jî piştre nêrîna xwe gotin. Panel bi qîrîna dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qediya.