Li Elmanyayê çalakiyên 25'ê Mijdarê

Li Hambûrg, Berlîn, Dortmûnd û Munchenê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li dijî tundiya mêr meş hatin lidarxistin.

Li Hambûrg, Berlîn, Dortmûnd û Munchenê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li dijî tundiya mêr meş hatin lidarxistin.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrgê bi beşdariya bi sedan jinê meşa 25'ê Mijdarê hate lidarxistin. Jinên Kurd jî di bin sîwana Meclîsa Jinan a Rojbîn de tevlî bûn. Nivîskar Anja Flach li qada çalakiyê axivî û bi bîr xist ku bi sedan jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Flach bal kişand ser şoreşa bi pêşengiya jinê li Rojava pêk hatiye û banga piştgirtiya bi vê şoreşê re kir. Meş bi mîtîngekê bi dawî bû.

BERLÎN: Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê jin meşiyan. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Fraûen, Leben, Freîheît" hatin qîrîn. Çalakvanan Saskîne û Sêvê bi bîr anîn û diyar kirin ku di encama hewldanên dagirkeriyê de yên li ser Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê jin hatin revandin û li dijî jinan sûcê li hemberî mirovahiyê hate kirin. Di çarçoveya kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" de îmze hatin berhevkirin.

MUNCHEN: Li Munchenê jin bi wesîleya 25'ê Mijdarê meşiyan. Di çalakiyê de ku nûnerên gelek rêxistinên jinan û Meclîsa Jinê ya Sara jî tevlî bûn, tundiya mêr û dewletê hatin şermezarkirin.

DORTMÛND: Jinên li Dortmûndê jî li qadên qelebalix ên bajêr li hev kom bûn. Di çalakiyê de ku nêzî du saetan dewam kir, bi navê YJK-E'yê belavok hate xwendin û işaret bi girîngiya têkoşîna jinê hate kirin. Çalakî bi dansa Las Tesîsê bi dawî bû.