Li Êlihê Bîrdariya Jinê ya 8’ê Adarê hate vekirin

Li Êlihê Bîrdariya Jinê ya 8’ê Adarê hate vekirin

Di roja dawî ya 8’mîn Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hunerêya Heskîfê de “Bîrdariya Jinê ya 8’ê Adarê” hate vekirin.

Di roja dawî ya 8’mîn Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hunerê ya Heskîfê de “Bîrdariya Jinê ya 8’ê Adarê” hate vekirin û ji bo zarokan jî rêze şahî hatin li darxistin. Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat, Cîgirê Şaredar Serhat Temel, nûnerên bajar û navçe yên BDP’ê, gelek nûnerên saziyên jinan û hêjmarek gelek kes tevlî şahiya îro bûn.

Li vir Parlementer Bîrtane axaftinek kurt kir û balkişande ser çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyan li zindanan daye destpêkirin ku di roja 40’mîn de û got: “Ez hêvî dikim ku mîhrîcana me dê bibe wesîleya bihîstin û pejirandina daxwazên mirovên me yên bedenên xwe dane ber mirinê.” Birtane bibîrxist ku, vekirina bîrdariya jinê pir biwateye û wiha axivî: “Dê şahiyên zarokên me yê pêşeroja me û gelê me ne dê çêbibin. Heta jin û zarokên vî gelî berxwedanê bikin, direng yan zû dê hêviyên me yên azadiyê bicih bên.”

Piştî axaftinê bîrdarî hate vekirin. Piştî vekirinê derbazî şahiyên ji bo zarokan hatibûn amadekirin bûn. Folklora Zarokan ya Navenda Çanda Biharê şiyanên xwe pêşkêş kirin, zarokên din jî wêne xet kirin. Dema hinek zarokan boye li rûyê xwe dan dîmenên xweşik derketin. Şahiya zarokan bi firandina firfirokan bidawî bû.