Li Efrînê bi hezaran jin li dijî şidetê meşiyan

Li Efrînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinê Piştgiriya Navneteweyî û Roja Têkoşînê meşek girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran jin tevlî meşê bûn.

Li seranserî Rojava û Bakurê Sûriye di çarçoveya aktivîteyên 25‘ê Mijdarê de li Efrînê bi hezaran jin bi alên YPJ û saziyên cuda hildan û herikîn qadan.

Meş ji ber navenda Heyva Sor a Kurd a destpê kir. Jinan pankartên azadiya jin wekî “Bi pêşketine jina berxwedêr em ê esareta Îmralî hilweşînin”, “Jin, jiyan, azadî”, hatin hildan, her wiha dirûşmeyên şermzarkirina tundiya li ser jinê hatin beriz kirin.

Meşa ku di kolanên sereke yên bajarê geriya, li stadyoma 19‘ê Tîrmehê veguherî mîtingê. Li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Kongereya Star Daliya Henan axivî, Daliya Henan anî ziman tundiya li ser jinê ne tenê fîzîk ye, lê belê hemû rengên wê hene û got: ” Hêzên desthilatdar dixwazin jinê qir bike. Lê belê di bin sîwana felsefeya neteweya demokratîk jinan zincîrên desthildatdariyê şikandin.”

Di çalakiyê de her wiha , bi navê Koordînasyona Giştî ya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hêvî Mûstefa axivî û diyar kir ku rexmî hemû xirtabên ji bo azadiya jin û dawîkirina tundiya li ser wê, tundî jîn dewam dike. Hêvî Mûstefa banga rêxistinkirin û têkoşînê li jinan kir.

Meş bi dîlanan bi dawî bû.