Li Efrînê bi dehan zarokên keç winda ne

Li Efrînê ya dagirkirî dayikeke ku li keça xwe ya 14 salî geriyayî, go hêzên Tirk bi dehan zarok rehîn kirine û tecawiz li wan kirine.

Dewleta Tirk û çeteyên wan li Efrînê li dijî jin û zarokên keçik sûcê şer dikin. Dayikeke ku li keça xwe ya 14 salî geriyayî hovîtî derxiste holê û got, ‘’Tişta ku li Şengalê dihate kirin li vir tê kirin, divê cîhan vê alçaxiyê bibîne.’’

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAÎŞ û El Qaîdeyê yên bi ser Efrînê de ketin meha sêyan. Êrîşên valakirina herêmê ya ji Kurdan û piştî dagirkirinê qirkirin bi hemû hovîtiya xwe didome.  Her roj sûcekî dîtir ê şer tê kirin. Dagirkerên Tirk û çeteyên ku şopên Kurdan radikin, malên gel talan dikib, mirovan li kuçeyan dikujibn, dest davêjin jinan. Çawa ku beriya niha li Şengalê jin êsîr dikirin û bi rengekî sistematik tecawiz dikirin, niha jî heman tiştî hêzên Tirk li Efrînê dikin.

REVANDIN, ÊSÎRKIRIN Û TECAWIZ

Li gorî agahiyên ku hatine standin, hêzên Tirk ku 18’ê Adarê bajar dagir kirin, li bajêr heta niha gelek zarokên keçik û jin revandine. Keçik û jinên ku girtine, birine malên Kuçeya Wîlayetê ya li navenda bajêr. Li van malan leşkerên Tirk bi rengekî sistematik êrîşa zayendî li ser wan dikin.

ŞAHID PIŞTRAST DIKIN

Kesekî ku li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê dimîne û em nikarin navê wî bidin,wiha şahidî kir:’Ji roja ku hatine bajêr dikevine malên me û hemû tiştên me dibin. Zêr, çi têkberên spî hebin hemû li qemyonan bar kirin û birin. Piştre kuçe bi kuçe geriyan û mirovên ku li bajêr man dane ser hev, mêr birin deverke dî. Jin jî birin devereke dî. Qêrîna jinan dihate ber guhê me. Ez nizanim çi bi wan dikirin. Êşkence li me mêran kirin û gotin, ‘’hûn destekê didine terorîstan, em ê mal û jinên we ji dest wer bistînin.’’

 HIN NEHATIN BERDA

Piştî du rojan em tî û birçî hiştin em berdan, lê hin zarokên keçik û jin bernedan, ew birin devereke dî. Em nizanin bê ka ew birine kûderê. Di nav wan de yên ku birine zarokên keçik ên zixmên min jî hene, ku temenê wan 14-15 e.’’

DEMA KU LI KEÇA XWE GERIYA HÎN BÛN

Şahid got navê du keçikên ku ji 22’yê Adarê ve agahî ji wan nayê standin F.H û H.A ye. Dayika H.A bi telefonê ji me re got, bi rojane ku ew ji bo zarokên xwe bibînin bi dizîka hewl didine û div ê pêvajoyê de wan gelek malbat nas kirine ku ji zarokên xwe ti agahiyê wernagirin. Dayikê got, jin nikarin derkevin kolanan, ji ber vê jî çarşevê li xwe dikin û wiha bi pey şopa keçên xwe ketine û wiha didomîne: ‘’Dema ku ez li keça xwe digeriyam, ez hîn bûm gelek keçik winda ne. Yên ku ez li wan rast hatime heta niha 15 keçik winda ne, ku temenê wan di navbera 14-20’an de ye. Helbet, tenê yên li taxa ku lê rûdinim ev in.’’

PRATÎKA DAÎŞ’Ê YA LI ŞENGALÊ

Li gorî agahiyên ku ji malbateke Ereb hatî standin, ku ev malbat bi leşkerên Tirk û çeteyan re bi têkiliyeke germ in, dayikê got, keçik û jinên ku hatine revandin, li hin malên li Kuçeya Wilayetê têne girtin û got, ‘’Zarokên me li vir digirin, jixwe xaniyên li wê herême kirine yên xwe û nahêlin kes nêzîk bibe. Tişta ku DAÎŞ’ê li Şengalê kirî niha ev jî li vir dikin. Zarokên me êsîr in û çete tecawizî wan dikin. Divê cîhan pêşî li vê alçaxiyê bigire.’’

LI TAXAN DIGERIN Û DIDIN SER HEV

Yekî Ereb jî sûcê şer ê artêşa Tirk û çeteyên wan, vegotinên şahidan piştrast dike û wiha dibêje: ‘’Serekçeteyke ji Tûgaya Hemza a bi ser Tirkan ve, tax bi tax digere û keçên ciwan dide ser hev. Van keçikan dibine malên li Kuçeya Wilyatê, li vir jî wan didin efserên Tirk û endamên çeteyan.’’