Li Dusseldorfê panel hate lidarxistin

Di çarçoveya kampanyaya ‘Şîddeta li dijî jinê polîtîk e, dibe ku ew tu jî bûya’ de li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê panel hate lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê di çarçoveya kampanyaya ‘Şîddeta li dijî  jinê polîtîk e, dibe ku ew tu jî bûya’ li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê li ser şîddeta li jinê panelek li dar xist. Di panelê de Parlementera Sêrtê ya HDP’ê ya serdema 26’emîn Besîme Konca jî axivî.

Panel bi rêzgirtina bibîranîna jinan hate destpêkirin yên ku ji ber şîddeta mêran hatine qetilkirin. Endamên Înîsîyatîfa Jinan a Nalîn Mûş, Komuna Neûss û Krefeldê tevlî panelê bûn.

Besîme Konce di panelê de diyar kir ku mêran bi hezaran salan jin kirine hedef û diyar kir ku jin dema bi zarokanînê de dibin koleyê malbatê. Ji ber ku jin bi zarokan re eleqedar dibin, di warê entelektueliyê de nikarin xwe bi pêş ve bibin.

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.