Li Dûîsbûrgê kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’

Li Dûîsbûgê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ de hate destpêkirin.

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator,  100 hezar îmze’ de mîtîngek hate lidarxistin.

Kampanya TJK-E ya 25’ê Mijdarê ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ dewam dike. Di vê çarçoveyê de li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê mîtîngek hate kirin.

Mîtînga saet 16:00-17:00’an hate kirin ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve hate lidarxistin. Di mîtîngê de axaftin û îmze hatin komkirin. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser qetlîamên li ser jinê yên desthilata AKP’ê kirine.

Di dewama axaftinan de hate gotin ku Serokkomarê Tirk Erdogan êdî ne tenê li Bakurê Kurdistan û Tikiyeyê li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo têkoşîna jinê têk bibe, jinê dike hedef.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel Amara Çiya axivî bal kişand ser greva birçîbûnê ya berxwedêrên zindanan a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan.

Çiya got: “Tevî hemû zext û mercên giran jî greva birçîbûnê ya li girtîgehan dom dike, berxwedana mirovahiyê ye. Berxwedana her diçe mezin dibe, em jî li vir destek dikin; didin nîşandan ku daxwazên wan daxwazên me ne jî. Ban li hemû sazî, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan dikin ku li dijî faşîzmê bi erka xwe rabin.”

Aktivîstên Yenî Kadin jî tevlî çalakiyê bû.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Bila Zindana Vala Bibin, Girtî Bê Azadkirin’ hatin qîrkirin.

Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê 16’ê Çileyê saet 14:00’an li Konîgstr a Dûîsbûgê bê kirin, bi dawî bû.