Li Dûîsbûrgê kampanya “100 Sedem, 100 hezar îmze” didome

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel têkildarî kampanya “100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze” mîtîngek lidar xist.

Kampanya “100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze” ya ji aliyê TJK-E ve 25’ê Cotmehê hatî destpêkirin hîna didome. Têkildarî kampanyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel li bajarê Dûîsbûrga Elmanyayê mîtîngek lidar xist.

Mîtîng di navbera saetên 16.00-17.00 de li ber Forum Dûîsbûrgê pêk hat. Li ser navê Meclîsê Amara Çiya axivî. Piştî axaftinê îmze hatin komkirin.

Her wiha kampanya armanc dike ku Erdogan bi cezayê feminîst were dadgeh kirin. Di mîtîngê de hate gotin ku Erdogan rejîma xwe ya faşîst li ser qirkirina jinê bi rê ve dibe.

Çalakî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.