‘’Li dijî vê êrîşa ku li dijî şoreşa jinê hatiye kirin, divê liv û tevger çêbibe’
KJK’ê diyar kir êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de şoreşa jinê ji xwe re kirine hedef û xwest ku li dijî vê divê helwest were nîşandan.
KJK’ê diyar kir êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de şoreşa jinê ji xwe re kirine hedef û xwest ku li dijî vê divê helwest were nîşandan.
KJK’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên hewayî yên bi ser Şengal û Rojava de daxuyaniyeke nivîskî da. KJK’ê got bi vê bombekirinê mesaja komkujiyê dane gelê Kurd û di serî de jin û ciwan bang li her kesî kir ku rabin ser piyan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Şevê dî dewleta Tirk a faşîst bi êrîşa hewayî ya bi ser Rojava û Şengalê de jiyana gelê me, vîna gelê me ya avakirina siberoja xwe û parastina wê kiriye hedef. Ev êrîşa dewleta Tirk a faşîst û dagirker, encama pêngava osmanîtiya nû ye. Ev êrîşeke faşîst û dagirker e, li dijî vîna ku li Rojava û Şengalê gelê Kurd dixwaze statûya xwe siyasî bi dest ve bîne û her wiha bi gelên herêmê re dixwaze jiyana hevpar a demokratîk bijî. Di serî de gelê me yê Rojava û Şengalê em bang li hemû gelê xwe dikin ku li kûderê jî bin derkevin kolanan, bi giyanê yekîtiya netewî li dijî van êrîşan helwesta xwe diyar bikin.
PIŞTÎ KU BI PDK’Ê ENCAM NEGIRTIN BOMBEKIRINA HEWAYÎ DEST PÊ KIR
Rejîma faşîst a AKP’ê ji destpêkê ve li dijî şoreşa Rojava û vîna gelê me yê Şengalê ku dixwaze siberoja xwe diyar bike dijminatî kiriye. Dijberiya dewleta AKP’ê ya li dijî Kurdên azad li Bakurê Kurdistanê bi komkujî, qirkirinê didome û li ser Rojava û Şengalê jî tim bi rengê gefxwarinê û êrîşan pêk tê. PDK destek daye dijberiya Kurdan û tasfîyekirina nasnameya Kurdan a bi destê dewleta AKP ya faşîst. Piştî ku encama ku dihate payin a bi destê çeteyên PDK-dewleta Tirk a di 3’yê Adarê de niha jî bi êrîşên hewayî tê xwestin ku encamê werbigirin.
DEWLETA TIRK DIXWAZE PÊŞÎ LI TÊKÇÛNA DAIŞÊ BIGIRE
Gelê me yê Şengalê û Rojava û hêzên wan ên parastinê li dijî DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn têkoşîna herî hîkar dane, vîna DAIŞ’ê şikandine. Lê dewleta Tirk û PDK desteka xwe ya ji bo DAIŞ’ê domandine. Di rewşeke wiha de ku pêngava rizgarkirina Reqqa û Tebqayê ya hêzên QSD’ê bi lehengiyeke mezin didome û derbên giran li DAIŞ’ê dixin, êrîşa bi ser Rojava û Şengalê de bi mebesta pêşîlêgirtina têkçûna dîrokî ya DAIŞ’ê û parçeyek ji plana dagirkirina Rojava û Şengalê ye. Di salvegera qirkirina Ermenan de pêkhatina vê êrîşê jî aramanca komkujiya ku dixwazin bi ser Kurdan de pêk bînin jî nîşan dide. Ev êrîş mesaja komkujiyên nû didin gelên çewisandî yên ku li herêmê dijîn û bi salane bi komkujiyan re hevrû bûne.
DIXWAZIN DENGÊ GELÊ ME BIBIRIN
AKP’ê bi dek û dolaban nekariya ku destûra rejîma faşîst bi gelên Tirkiyê bide qebûlkirin, bi mebesta ku helwesta li dijî encamên referandûmê yên gelên Tirkiyê û li qada navnetewî binixumîne û bide qebûlkirin ev êrîş pêk aniye.
Di van êrîşan de hêzên parastinê yên gelê me yê Rojava û Şengalê û her wiha radyo bûne hedef. Ev jî berfirehiya van planên gemarî nîşan dide. Tê armanckirin ku dengê gelê me bibirin û bêparastin bihêlin. Careke dî jî li dijî gelê me yê Êzîdî û Rojava êrîşên komkuj, qirkirinê û dagirkeriyê pêk tînin.
Li dijî êrîşên 3’yê Adarê yên bi destê çeteyên PDK-AKP’ê û li dijî êrîşên dewlata faşîst a AKP’ê ya bi ser Rojava de, li dijî hewldana dagirkirinê, di serî de DYE bêdengiya hêzên koalîsyonê û Rûsya, Ewropa, Iraqê zemîna vê êrîşê çêkiriye. Ev hêz ji êrîş û hewldanên komkujiyê yên li dijî gelê me yê Rojava û Şengalê berpirs in. Em bang li van hêzên navdewletî û saziyan dikin ku kêlî beriya kêliyekê ji bo êrîşên dewleta Tirk a faşîst rawestin bikevin nav liv û tevgerê. Em bang li hikûmeta Iraqê û partiyên siyasî yên Kurdan dikin ku li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin.
Heta niha gelê me li dijî êrîşên faşîst li ber xwe daye û destketiyên xwe yên netewî parastiye. Ji niha û şûn de jî ji bo hebûna xwe, destketiyên xwe û xaka xwe biparêze wê bi her rengî parastina xwe bidomîne. Divê were dîtin ku ev êrîş ji niha û pê de jî wê bidomin û gelê me li her deverê parastina xwe bi hîkarî birêxistin bike û li dijî van êrîşan tevdîra xwe bi her rengî bike.
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ŞOREŞA ROJAVA ÇALAKÎ DIVÊ WERIN KIRIN
Di serî de gelê me yê Şengalê û Rojava, em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku li dijî van êrîşên qirker û dagirkeriyê tevbigerin, dakevin kuçe û kolanan û helwesta xwe ya radîkal nîşan bidin. Şoreşa Rojava bi rengê şoreşa jinê pêk hat. Li Şengalê jinên Êzîdî pêşengiya siberoja azad dikin. Jin divê li dijî vê êrîş ali dijî şoreşa jinê û bivînbûna jina azad bikevine nav liv û tevgerê. Di nav vê çarçoweyê de divê bi pêşengiya jin û ciwanan gelê me çalakiya bênavber bike, divê bi giyanê yekîtiya netewî li berxwedana gelê me yê Rojava û Şegalê xwedî derbikeve.’’