Li dijî tundiyê jin li gelek bajarên Elmanyayê daketin qadan
Li dijî tundiya li jinê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê jin li Koln, Leverkûsen, Dusseldorf û Wûppertalê daketin qadan. Di mîtîngan de ji bo "darizandina dîktator" îmze hatin komkirin.
Li dijî tundiya li jinê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê jin li Koln, Leverkûsen, Dusseldorf û Wûppertalê daketin qadan. Di mîtîngan de ji bo "darizandina dîktator" îmze hatin komkirin.
Mîtînga 25'ê Mijdarê ya li Kolnê ji aliyê rêxistinên jinan Koln Fraûen Kolektîv-Kolektîfa Jinan a Kolnê ve hate lidarxistin.
Çalakî roja Çarşemê li Roncallîplatzê dest pê kir û ji bo kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin.
Meclîsa Jinan a Nûcan a li Leverkûsenê jî bi komên jinan ên Elman çalakî li dar xist. Di çalakiyê de ku li navenda bajêr pêk hat belavoka TJK-E'yê hate xwendin. Çalakgeran her wiha wêneyên jinên ji ber tundiya mêr û dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan hildan.
Li bajarê Dusseldorfê jî jinên Kurd li qadan bûn. Mîtînga li navenda bajêr saet di 17:00 de bi pêşengiya TJK-E'yê pêk hat. Komên jinan ên Elman û Tirkiyeyî, her wiha endamên Meclîsên Jinan ên li Grevenbrûch û Krefeldê jî beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakiya li bajarê Wûppertalê jî li Elbefeld Neûmarktê pêk hat. Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan, Coûrage, Jinên Karavana û MLPD'ê ve hate lidarxistin.
Li bajarê Munchenê jî jin li dijî tundiyê daketin qadan. Meclîsa Jinan a Sara jî di nav de gelek rêxistinên jinan tevlî çalakiyê bûn û diyar kirin ku kuştina jinê siyasî ye.