Li dijî tundiya li jinê li Strasboûrg û Mûlhoûse çalakî

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê bi pêşengiya înîsîyatîfa jinan a Zînê li Strasboûrgê çalakî hate lidarxistin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi pêşengiya Înîsîyatîfa Jinan a Zîn û saziyên şoreşger girse li Qada Kleberê li hev kom bûn û şîddeta li ser jinan protesto kirin.

Li ser navê Înîsîyatîfa Jinan a Zînê Meryem Tekîner, daxuyanî xwend û diyar kir ku şîddeta li ser jinan polîtîk e.

Tekîner diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê qirkirina jinan bi destê desthilatdariya Erdogan tê kirin û têkoşîna jinên Kurd li dijî faşîzmê xwe birêxistin dike.

MÛLHOÛSE

Li bajarê Mûlhoûse yê Fransayê Înîsîyatîfa Sema Yuce jî di nav de nêzî 15 rêxistinên jinan bi navê Collectîve Femînîst 68 li Portre Jaûne hatine ba hev, şîddet û qetlîama li ser jinan protesto kirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku şîddeta li ser jinan wekî parçeyekî siyaseta kapîtalîzm û desthilatdariyê tê dîtin.

Hunermend Zarîfe Zerrîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li Kurdistanê bi destê dewletê jin tê qetilkirin. Zerrîn diyar kir ku wê jin bi hev re azadiya xwe bi dest bixin.