Li dijî destgîrkirina helwest: Desthilat dixwaze jinê tine bike

Meclîsên Jinan ên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî destgîrkirina jinan got, ''Desthilat raman û azadiya jinan tine dihesibîne.''

Meclîsên Jinan ên Platforma Demokrasî û Azadiyê ya Amedê bi navenda Amedê derheqê destgîrkirina gelek siyasetmedarên Kurd û aktivîsên jin daxuyanî da û got ev operasyonên wiha yên li ser rêxistinên civaka sivîl ku ji bo mafê mirovan, jin û zarokan dixebitin van salên dawî ketine halekî sîstematîk.

Di daxuyaniyê de hate gotin xebatên  Komeleya Jinan a Rosayê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û yên siyasetmedarên jin ên Kurd ji raya giştî re vekirî ne û got, desthilata Tirk hewl dide ramana muxalîf a civakî ya jinê û azadiya rêxistinbûna wê tine bihesibîne.

Her wiha hate gotin balkêş e ku ev operasyon di demeke wiha de hatiye kirin ku piştî Cejna Remezanê pêşnûmeya derheqê zewaca zarokan wê li Meclîsê were axaftin.