Li Den Haagê jinan standa 'Ji Ocalan re Azadî' vekir

Li Den Haagê jinan standa 'Ji Ocalan re Azadî' vekir

Jinên Kurd li Ewropayê ji bo kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” seferber bûn. Meclîsa Jinên Kurd a Den Haagê her hefte roja çarşemê li navenda bajêr stand vedikin û îmze berhev dikin.

Meclîsa Jinên Kurd ên bajarê Den Haaga Holandanê, li navenda bajar standek a îmzeyan vekirin. Jinan standa xwe li ber Şaredariya Den Haagê danîn û belavokên der barê rewşa Ocalan de belav dikin. Meclîsa jinan dê her hefte rojên çareşemê li navenda bajêr stand vebikin û îmze berhev bikin.

Meclîsa Jinan a Bêrîtan a Zurîha Swîsreyê dixebite, her 15 roj carekê stand dideyin û ji bo Azadiya Ocalan îmze berhev dikin.