BI DÎMEN

Li Den Haag û Dusseldorfê çalakiyên edaletê

Li bajarên Dusseldorf a Elmanya û Den Haag a Hollandayê, çalakiyên edaletê yên ku Qetlîama Parîsê şermezar dikin hatin lidarxistin.

Kurdistaniyan ji bo jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya edaletê li dar xistin. Piştî mîtînga ku li pêşiya Sefaretxaneya Fransa start hate dayîn û şûn de heta Stasyona Trenê ya Navendê meşek hate lidarxistin.

Mîtînga ku di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) û Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) de ku li bajarê Dussldorf li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê di saet 11:00'an de despê kir, qasî saetekê dewam kir. Di Mîtîngê de Parlementera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer axivî û wiha got: " Çend roj mayî ji dozê re mirina Omer Guney ê qetlîam kirî ne tesadûfe. Em ji vê bawer nakin. Em baş dizanin ku di qetlîamê de rola dewleta Tirk pir heye. Em weke jinên Kurd heta dawiyê bibin şopdarê vê dozê.

Piştî Tugba Hezer dayîka Lecwan Mûnzûr Ayten Sunger axivî û wiha got: "Jinên Kurd ev 4 sal in her roja Çarşemê li her bajarê lê dijî, li pêşiya Sefaretxaneyên Fransayê çalakiyên edaletê didomînin. Rêber Apo gotibû: 'Yên ku li Sakîne xisitin li min jî xistine, ev qetlîama duyemîn a Dersimê ye.' Hevala Sara di têkoşîna azadiyê de yek ji sembolên herî bi nirx û biwate bû. Ji Zindana Amedê, çiya heta Ewropayê bigire di her warî de pêşengtî ji têkoşîna jina Kurd re kiriye. Hevala Rojbîn di aliyê dîplomasî û hevala Ronahî jî di tevgera ciwanan de gelek xebat didan meşandin. Em qet rê nadin ku ev doz bi dawî bibe. Sunger banga beşdariyê li mîtîng û meşa ku wê 7'ê Çileyê li navendên Ewropayê bên lidarxisin bibin kir.

Beriya ku dawî li mîtîngê were li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransayê çelega reş hate danî, ber bi Stasyona Tren a Navendê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Sara, Rojbîn,Ronahî", "Duh Hîtler, îro Erdogan", "Yekîtiya Navneteweyî", "Çekên Elman ji Kurdistanê derxînin" û "Merkel fînanse dike, Erdogan qetil dike" hatin qîrkirin.

Di mîtîng û tevahiya meşê de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin hatin belavkkirin. Piştî ku li pêşiya Gara Tren a Dusseldorfê belavok hate xwendin û şûn de çalakî bi dawî bû.

DEN HAAG

Jinên endamên TJK-E'yê, îro li bajarê Den Haag ê Hollandayê li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê mîtîngek li dar xistin.

Çalakiya ku di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî hate lidarxistin de, endamên Meclîsa Jinan a Amsterdam û Komîna Jinên Rotterdamê û endamên SKB'ê jî beşdar bûn. Çalakî di saet 15:00'an de destpê kir. Jinan di çalakiyê de çelenga reş li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransayê danî. Piştre di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku bi mirina Omer Guney ê qetlîam kirî, Kurd lêgerîna xwe ya edaletê bi dawî nakin, berovajî vê di serî de jinên Kurd û gelê Kurd ji bo ronîkirina qetlîamê wê seferber bibin, hat diyarkirin ku heta berpiryarên qetlîamê bê darezandin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Di çalakiyê de belavoka ku li ser navê SKB'ê jî hatibû amadekirin hate xwendin. SKB'ê diyar kir ku di lêgerîna edaletê de wê tim bibin parçeyek ji çalakgeran.
Herî dawî di çalakiyê de bang hate kirin ku bi awayekî xurt beşdarî çalakiya 7'ê Çileyê ku bê lidarxistin bibin.