Li Danîmarka û Hollandayê kongreyên meclîsên jinan pêk hatin

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê, kongreyên meclîsên jinan pêk hatin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê, kongreyên meclîsên jinan pêk hatin.

KOPENHAGEN

Meclîsa Jinên Kurd - Sêvê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, kongreya xwe ya 2. lidar xist. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) di kongreyê de rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên AKP'ê. Nûnera TJK-E got, "Rejîma Erdogan ji bo dîktatoriya xwe mayînde bike, guhertina destûra bingehîn pêşkêşî referandûmê dike. Ev yek mayîndekirina faşîzmê li ser bingeha nîjadperest, mîlîtarîst û neteweperestiyê ye. Helwesta jinan a li dijî vê yekê wê dengê 'NA' be. Em jin, hêza herî dîmanîk û afirîner a civakê ne. Divê li her qada jiyanê em li ber faşîzmê rabin û têkoşîna xwe mezin bikin. Li ser vê bingehê em dikarin sala 2017'an bikin sala azadiya Rêbertî û gelê me."

Piştî nirxandina siyasî, rapora li ser karê salekê yê Meclîsa Jinê-Sêvê hat xwendin û biryar hat dayîn ku di dema pêş de tevlîbûnek hê rêxistinbûyî bi biryar bê kirin.

Di dawiya kongreyê de meclîsa jinê ya ji 27 kesan hat hilbijartin û ji bo berdevkiya meclîsê jî Zelîha Tîtrek, Muzeyyen Baran û Saîme Bîlen hatin hilbijartin.

ARNHEM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz kongreya xwe lidar xist.

Kongreya 4. bi beşdariya 70 jinan pêk hat. Nûnerên HDK, KCDK-E, Heyva Sor, TEV-ÇAND'ê ji bo piştgiriyê tevlî kongreyê bûn.

Di destpêka kongreyê de rewşa siyasî hat nirxandin û piştre rapora li ser karê salekê hat xwendin.

Di kongreyê de komîsyonên rêxistinbûn, perwerde, çand, têkiliyên derve, komîteya civakî û komîsyona malbatên şehîdan hatina vakirin.

Di dawiya kongreyê de Meclîsa ji 36 kesan hat hilbijartin. Delegeyên ji bo meclîsê û komîsyona hatin hlibijartin gotin, "Em ê li ser şopa Sara û Sêvêyan bimeşin."