Li Çelê û Şemzînanê çalakiyên YJA Starê

Li Çelê û Şemzînanê çalakiyên YJA Starê

Çalakiyên gerîlayên jin ên YJA-Starê li herêma Colemêrgê berdewam dikin. Gerîlayên YJA-Starê li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê çalakî li dar xistin.

Navenda Çapemeniya-YJA Starê diyar kir ku di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê yên Colemergê çalakiyên gerîlayên jin ên YJA Starê berdewam dike.

Navenda Çapemeniya-YJA Starê got; “Di 6’ê Cotmehê de di saet 11.30’an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî çepereke qereqola Girê ya çekek A4 û çekên giran tê de hatiye rûxandin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji ailyê artêşa dagirker a tirk li dijî cihê çalakiyê û herêma Çiyareşê bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de li herêmê şewata daristanê dest pê kiriye.”

Di berdewama daxuyaniyêde hatiye diyarkirin ku di 5’ê Cotmehê de di saet 16.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî wesayiteke zirxî ya di navbera Qereqolên 49 û Girê de bû ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî hat dayîn; “Di encama vê çalakiyê de wesayita zirxî derbe xwariye lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê û herêma Çiyareşê bi hewan û obusan hatiye bombekirin. “