Gerîlayên jin ên YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Alaya Garê çalakiyek li dar xistin, di encamê de herî kêm leşkerek hate kuştin.
Navenda Çapemeniya YJA Starê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku gerîlayên wan di 28’ê Îlonê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Alaya Garê çalakiyek li dar xistin, di encamê de herî kêm leşkerek hate kuştin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di çarçoveya serweriya herêma li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê di 28'ê Îlonê de di saet 07.00'an de li dijî girê ewlekariya Alaya Garê digire ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Piştî çalakiyê li dijî Girê Konserve û Geliyê Ava Hecibegê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obunsan hatiye bombekirin.”