Li Bruksel û Frankfûrtê çalakiyên ji bo piştgiriya Yuksekdag

Beriya rûniştina doza Yuksekdag, li Bruksel û Frankfûrtê çalakiyên piştgiriya wê hatin lidarxistin.

Beriya rûniştina doza Yuksekdag, li Bruksel û Frankfûrtê çalakiyên piştgiriya wê hatin lidarxistin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya HDK-Ewropayê çalakiyek ji bo piştgiriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag lidar xist.

Girseya gel li ber avahiya Konseya Ewropayê li hev civiya û pankarta bi nivîsa "Bila Fîgen Yuksekdag û hemû parlamenterên HDP'ê bên berdan" vekirin.

Di çalakiyê de dirûşma "Erdogan ê kujer" hate qîrîn û belavok hatin belavkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, li ser banga AGÎF Frankfûrtê, bi heman armancê li meydana Haûptwacheyê çalakiyek hate lidarxistin.

Endamên ATÎK, ADHK û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê AGÎF'ê Mesût Dûman li vir axivî û destnîşan kir, ku di şexsê Fîgen Yuksekdag û hemû parlamenterên HDP'ê de ew xwedî li vîna bi mîlyonan mirovî derdikevin.

Nûnera Tatort Kurdistan Bîanka Wînter jî xwest, Fîgen Yuksekdag, hemû parlamenterên HDP'ê yên girtî û girtiyên siyasî were berdan.

Berdevka rêxistina jinan Coûrage Bernadette Leîdînger-Beîerle got, "Eger em daxwaza azadî û edaletê dikin, lazim e em bi hev re têbikoşin."

Li ser navê Meclîsa Jinê ya HDK û SKB Ayşe Yûmlî Yeter peyivî û diyar kir, dewleta Tirk di şexsê Yuksekdag de êrîşî têkoşîna azadiyê ya hemû jinan dike.