Li Brezîlyayê pêkanîna nû ya têkildarî kurtajê

Li Brezîlyayê ku her saetê destdirêjî li 40 zarokên keç tê kirin, jin an jî zarokeke keç a ji ber destavêtinê ducanî maye ji bo karibe kurtajê bike 'divê bûyera bi serê wê ve hatiye bi berfirehî vebêje'.

Li Brezîlyayê, di çarçoveya pêkanînên nû de ku 28'ê Tebaxê ketin meriyetê, jinên ku ji ber destavêtinê ducanî bûne, ji bo karibin mafê kurtajê bi dest bixin, neçar in hin pêkanînan bi cih bînin. Mînak; jina ku di encama destavêtinê de ducanî bûye, beriya kurtajê bike wê neçar bimîne ku bi ekografiyê li embriyon an jî fetusê temaşe bike.

Jina ku dixwaze kurtajê bike, ji bo karibe mafê xwe yê kurtajê bi dest bixe, mîna ku wan kêliyên destavêtinê ji nû ve bijî wê neçar bimînin ku bi berfirehî qala wan kêliyan bikin. Eger gotinên xwe nerast be wê li dijî wê prosedura hiqûqî dest pê bike. Beriya wê jî divê êrişa destavêtinê ji polîsan re ragihandibe û gilî kiribe. Li Brezîlyayê, eger ducanîbûn bandoreke giran li tenduristiya jinê dike, hingî jin a ducanî dikare mafê kurtajê bi kar bîne.

Ev pêkanîn ji ber protestoyên destpêka meha Tebaxê dest pê kirin, ji aliyê wezareta tenduristiyê ve bi cih hatin anîn.

Piştî ku zarokeke 10 salî ji ber destavêtina apê xwe ducanî ma, di destpêka meha Tebaxê de jinan dest bi çalakiyên protestoyî kiribûn. Zaroka keç, ji ber ku eyaleta lê bû mafê kurtajê nebû, neçar mabû li herêmeke din a welêt kurtajê bike.

Li Brezîlyayê rojane 6 zarokên di navbera 10-13 salî de kurtaj dibin. Her saetê destavêtin li 40 zarokên 10-13 salî tê kirin.

Rastgirên li welêt jî li ber qanûnê radibin.