Li Berlînê panel: Em ê têkoşîna xwe bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bidomînin

Meclîsa Jinan a DEST-DAN li paytexta Elmanya Berlînê bi wesîleya 25’ê Mijdarê panelek lidar xist.

Li paytexta Elmanya Berlînê Meclîsa Jinan a DEST-DAN bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê ya Navneteweyî panelek lidar xist.

Gelek jin beşdarî panelê bûn. Moderatoriya panelê ji aliyê nivîskar Meral Şîmşek ve hate kirin. Aktîvîst Sûltan Oger û Berdevka Rêxistina Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûre Alkiş weke axaftvan beşdar bû.

Meral Şîmşek axaftina vekirinê kir û qala giringiya 25’ê Mijdarê kir. Şîmşek diyar kir ku komkujiyên jinan polîtîk in, ev komkujî û tundiya ku li jinê tê ferzkirin wê bêceza nemîne û destnîşan kir ku ew ê li dijî vê zihniyetê têkoşîna xwe bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bidomînin.

Sûltan Oger jî qala sîstem û felsefeya xebitinê ya TJK-E’yê kir û got: “Têkoşînan jinan di heman demê de têkoşîna Kurdistanê ye. Mîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, bêyî azadiya jinê civak azad nabe. Divê têkoşîna jinê û civakê bi hev re bimeşe.”

Berdevka Rêxistina Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûre Alkiş jî ev tişt got: “Me di pêngava ‘ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ de dît ku felsefe û paradîgmaya Rêbertiya me belavî hemû cîhanê bûye. Ji Şengalê gelek jinan felsefeya Rêbertî nas kir û tevlî Tevgera Azadiyê bûn. Îro em hemû ronahiya wî dişopînin û meşa xwe didomînin.”

Piştî ku Nûre Alkiş helbestek a Fatma Taşli Tûnç xwend, panel bi dawî bû.