Li Baybûrtê zextê li ser girtiyên jin dikin

Diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê girtiyên jin ji bo ku kirinên nehiqûqî qebûl nekirine ev 5 meh in nahêlin ku hevdîtinê bikin. Cezayê hicreyê jî didin jinan.

Diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê ji bo ku girtiyên jin kirinên kêfî qebûl nakin nahêlin ku ev 5 meh in hevdîtinê bikin. Parêzeran got qerdiyan bi rengê, ‘’Dema ku hûn çûne hevdîtinê hûn ê pêlavên xwe derxînin, em ê binerin. Piştre hûn dikarin hev bibînin’’ zextê li ser girtiyên jin dikin, girtiyên ku ev qebûl nekirine jî ev 5 meh in nikarin biçin hevdîtinan.

CEZAYÊ HICREYÊ

Parêzeran her wiha gotin her roj qerdiyan li girtiyan ferz dikin ku li ser piyan hijmara xwe bidin, girtiyên ku vê qebûl nakin jî 3 rojan cezayê hicreyê didine wan, ‘’Her hevala jin her yeke 10 roj cezayê wan ê hicreyê heye. Heke duh serdanvan ne zêde bûne wê ev bidomandana. Lê malbatan li ber xwe da, gotin, ‘heta em hev nebinin em naçin’. Daxwaza wan hate qebûlkirin lê bi şimikan karîbûn ku werin.’’

Her wiha hate gotin li gel zextan li koxuşan gelek jin li erdê radizin.  Koxuşek hatiye valakirin, kirine hicre û ji bo vê jî cih teng bûye.

GIRTÎ: GELEK MAF TÊNE BINPÊKIRIN

Gittiyên jin ev peyam dan: ‘’Divê raya giştî çêbibe an na ev ê wiha bidome. Heta ku bidome em ê neçin hevdîtinan. Li vir binpêkirinên mafan ên pir giran hene.’’