Li Başûrê Kurdistanê sineta jinan didome

Li Başûrê Kurdistanê sineta jinan hê jî didome.

Di sala 2014’an de 1 ji sedê jinên li Iraqê hatin sinetkirin lê li Başûrê Kurdistanê jî ev rêje 58.2 ye. Lê qaşo Başûrê Kurdistanê di warê mafê jinan de pêş ketiye.

Li gorî ÛNÎCEF’ê li Başûrê Kurdistanê jinên ku temenê wan di navbera 15-49’an de ne, rêjeya sinetbûnê bûye 37.5.

Li gorî AFP’ê Kurdistan Resûl a 35 salî diyar dike ku hejmara rastîn zêdetir e. Li gorî nûçeyê Resûl li hêrema xwe li gundan digere û qala enfeksiyon û trawmaya sinetbûnê dike.

ZAGON HEYE, PRATÎK TUNE

Herêma Kurdistanê piştî nerazîbûn û kampanyayan di sala 2011’an de zagonek xist meriyetê. Li gorî zagonê sineta jinan hatiye qedexekirin û yên ku bike jî ew ê sê salan cezayê girtîgehê lê were birîn û ew ê 80 hezar dolar cezayê pere bide. Lê ligel vê zagonê jî li gorî Iraqê ya ku di vî warî de tu zagon lê tune, Başûrê Kurdistanê gelekî li paş maye.