Li Başûrê Kurdistanê jineke din hat kuştin

Li Başûrê Kurdistanê jineke din hat kuştin

Li Başûrê Kurdistanê navçeya Qesrê, jina bi navê Xunçe ji aliyê mêrê xwe ve bi 28 guleyan hat kuştin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, zilamê Xunçe yê bi navê Huseyîn, danê sibê ji hevsera xwe xwarinê dixwaze û di vê kêliyê de bê sedem gulleyan li jina xwe direşîne û dûre xwe radestî polêsan dike.

Balkêş e ku bi qasî 28 gule li ser bedena Xunçe tê berdan, lê ti kes bi dengê guleyan nahese û kes naçe hawar Xunçe. 

Hat ragihandin, zilamê kujer Huseyîn berî niha jî bi berdan û kuştinê gef li jina xwe dixwar û tevî ku Xunçe ev rewş bi malbata xwe ra parvekiriye jî, ti tedbîr nehatiye stendin. Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî; kesê bi navê Huseyîn ev ne cara yekeme ku jina xwe dikuje, lê belê berê jî jina xwe ya yekem kuştiye.

Di vê mijarê de jinan jî wiha got; “ heyanî niha me tiştek ji aliyê Xunçe de nedîtiye, berovajî bi hemû kar û barê xwe radibû û di halê xwe de bû. Ji lewma divê ev kes were cezakirin, lê gomana me heye ku Huseyîn bi bertîl û reşweyan bi hêsanî xwe ji hesabê vê tewana ku kiriye rizgar bike.”