Li Başûrê Kurdistanê di nava sê mehan de herî kêm 16 jin hatin qetilkirin
Li Başûrê Kurdistanê ji destpêka salê û vir ve herî kêm 16 jin hatin qetilkirin. Rêxistinên jinan nerazîbûnê nîşan didin ku qanûn bi cih nayên anîn.
Li Başûrê Kurdistanê ji destpêka salê û vir ve herî kêm 16 jin hatin qetilkirin. Rêxistinên jinan nerazîbûnê nîşan didin ku qanûn bi cih nayên anîn.
Li gorî nûçeya RojNewsê, rêvebera Tifaqa Jinê ya Kurdistanê Bahar Elî diyar kir ku ji destpêka meha Çileyê ve 16 jin hatine qetilkirin.
Tê texmînkirin ku asta rastî ya tundiya li jinê gelekî giran e.
Li Duhokê 18'ê Adarê Aliya ku 13 salî bi zorê hate zewicandin, ji aliyê hevserê xwe yê 15 salî ve hate qetilkirin.
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ
Jin bi giranî bi navê 'namûsê' têne kuştin, zextên siyasî, aborî û civakî jî, her wiha newekhevî û neheqî dike ku jin xwe bikujin. Gelek jin têne kuştin û weke 'xwe kuştiye' têne nîşandan.
Berdevka Midûriyeta Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya hikumetê Hîwa Kerîm Camîr ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku hejmara kuştina jinan ên mehên çile û sibatê li gorî sala derbasbûyî gelekî zêde ye. Par bi temamî 45 jin hatibûn kuştin. Di sala 2020'î de ev hejmar 25 bû.
Ji rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Civil Development Organization Hana Şiwan destnîşan kir ku zêdebûna hejmara bûyerên kuştina jinê ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Hana Şiwan got, "Di bicihanîna qanûnê û cezakirina bersûcan de kêmasî hene."
Parlamenta Hewlêrê sala 2011'an qanûnek ku tundiya li nava malbatê û sinetkirina jinê qedexe dikir, qebûl kiribû. Li gorî vê qanûnê kuştina bi navê 'namûsê' wê bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê cezakirin. Lê belê ev qanûn ji bilî hin bûyerên gelekî medyatîk bi rengekî bêcezahiştinê dewam dike.