Li Başûrê Fransayê kampa jinan

Endamên meclîs û komuna jinên Kurd ên li Başûrê Fransasyê li kampa bi navê ''Di felsefeya azadiyê e jinên Kurd ên rêxistinî'' hatin cem hev.

Jinên Meclîsên Jinan a Arîn Mîrkan, Komûna Jinan a Montpeîllerê, Komûna Jinan a Draguîgnaê, Komîsyona Jinan a Toulouse û Komûna Jinan a Bordeauxê yên ku li Marsîlya ya Fransayê xebatan dikin di navbeyna 11-14'ê Nîsanê de li  St. Maxîmînê li kampê hatin cem hev.

Di roja pêşî ya kampê de li ser Jineolojiyê û dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdan perwerdehî hate dîtin. Roja duyan atolyeyên bi mijara ''hevjiyana azad'', ''demokratîkkirina malbatê'' û ''zayendiya civakîparêz'' atolye hatin avakirin. Roja sêyan jî li ser Pergala Konfederal a Jinan Vîna Rêxistinî ya Jinan ya bi Meclîs û Komûnan gotebêjî hatin kirin.

Jinan gotin kamp ne tenê ji bo perwerdehiyê her wiha derbarê jiyana komun jî modêlek e.

Zarokên ku tevlî kampên bûn, hem ji xwe re lîstin û hem jî  hîn bûn. Zarokan ji bilî lîstikan resmên berxwedêrên greva birçîbûnê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêkirin, bi Kurdî strandin.

Li Başûrê Fransayê jin her sal biharî diçine kampê.