Li Baselê panêla ''Tundiya li ser jinê polîtîk e''
Lli Baselê panelek hate çêkirin, di panêlê de hate gotin tundiya li ser jinê polîtîk e û li dijî vê li hemû qadan divê têkoşîna jinan were geşkirin.
Lli Baselê panelek hate çêkirin, di panêlê de hate gotin tundiya li ser jinê polîtîk e û li dijî vê li hemû qadan divê têkoşîna jinan were geşkirin.
Ji bo 25'ê Mijdarê Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê ji hêla Tevgear Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve bi şîara ''Tundiya li ser jinê polîtîk e'', bi çarçoweya kampanyaya salekê li Baselê ya Swîsreyê panelek organîze kir. Panêl bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi tevlêbûna gelek jinan pêk hat.
Li panêlê siyasetmedara Kurd Medya Serhat axivî, bi berfirehî behsa kampanyaya TJK-E'yê kir, ya bi navê '''Tundiya li ser jinê polîtîke '' . Serhat bi domdarî got tundiya li ser jinê her ku diçe li hemû qadên civakê bi rengekî hê xurtir xwe dide hîskriin, pergala serwer a nêr, tundiya li ser jinê girantir dike.
Serhat diyar kir li dijî tundiya li ser jinê li hemû qadên civakî divê têkoşîn were dayin, di hemû xebatan de divê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe deynin û got, ''Her jin û mêr divê xwe ji tundiya pergala zilam serwer rizgar bike''.
Serhat bal kişande ser girîngiya kapmanyaya TJK-E'yê ya ku li Ewropayê daye destpêkirin, diyar kir ku divê ev kampanya li hemû qadên jiyanê pêk were û têkoşîna dijî tundiya li sre jinê were geşkirin.