Tevgera Jinên Kurd a Baselê bi boneya piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dornveneger a ku di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de ji aliyê girtiyên ji dozên PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin çalakiye li dar xistin. Kurdistaniyan di serî de bang li dewleta Swîsreyê û hemû dewletên Ewropayê kir û ji wana xwest ku dest ji “kor, kerr û laliyê” berdin.
Çalakiyên ji bo piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger berdewam dikin. Kurdistaniyên li bajarê Swîsre Baselê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Baselê li Markt Platztê li hev civiyan û bêdengiya dewleta Swîsre û welatên Ewropayê ya li hemberî greva birçîbûnê ya ku 35 roj in berdewam dike, protesto kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşima “Bijî Serok Apo” hate qêrîn.
Aşiyan Ertokuş li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Baselê axaftinek kir û bi bîr xist ku rewşa çalakgerên greva birçîbûnê gihiştiye astek krîtîk. Piştî axaftinêli ser navê Tevgera Jinan Îmran Sabaz jî daxuyaniya ji bo çapemeniyê bi Almanî hatibû amadekirin xwend.
Li ser navê Yekitiya Jinên Sosyalîst, Gulderen Sevîm jî axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî emperyalîzmê.
Li ser navê Meclîsa Gel a Baselê Mustafa Dmeîr jî axaftinek kir û bal kişand ser berxwedana ku Mazluman li hemberî derbeya 12’ê Îlonê dabûn destpêkirin û diyar kir ku berxwedana îro di girtîgehan de dê gelê Kurd bigihîne rojên azad. Demîr bang li her kesê kir ku li hemberî rewşa girtiyan bihîstiyar bin.