Li Baselê çalakiya 25’ê Mijdarê

Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo 25’ê Mijdarê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Jinê çalakiyek hate lidarxistin û Meclîsa Jinan a HDK’ê jî piştgirî da çalakiyê.

Çalakî li Claraplatz pêk hat û bê navber dirûşmeya ‘Li dijî tundiya zilam û dewletê, bijî piştevaniya jinê’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de dowîzên têkildarî tundiya li jinê hatin rakirin û maketên jin ên têkildarî jinê jî hatin nîşandan.

Di çalakiyê de banga têkoşîna li dijî tundiya li jinê hate kirin û bal hate kişandln li ser girîginya yekîtiya jinan.

Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.