Li Bangladeşê midûrê dibistanê jinek da şewitandin

Li Bangladêşê midûrê dibistana jinan ji ber ku jina ku midûr ew tacîz kiribû dev ji giliya xwe bernedan, bi saxî ew şewitand. Vê hovîtiyê rê li çalakiyên protestoyê vekir.

Jina ciwan a 19 salî heftiya bihurî li banê dibistana  ku lê perwerdehî didît ya li Deqqayê hate şewitandin. Navê jina ku hatî şewitandin Nusrat Jahan Rafî ye. Serokwezîr şêx Hasîna got çi kesê tekilî bûyerê wê were darizandin. Înê bi daxuyaniyekê diyar kir têkilî bûyerê 17 kes hatine destgîrkriin û yek ji van jî midûrê dibistanê ye ku fermana şewitandinê daye.

Rayedarê polîsan Mihemed Îkbal ê ku ji AFP'ê re axivî, têkilî midûrê dibistanê got, ''Xwest, dema ku Nusrat Jahan Rafî ji giliya xwe neyê xwarê, ew were kuştin.''

GILIYA TACÎZÊ KIR, POLÎS GOT, 'NE GIRÎNG E'

Rafî Adarê li ser hewldana tecawizê gilih kiribû. Li gorî dîmena ku hatî weşandin, polîsê ku gilih tomar kirî got, ''ne tiştekî girîng e''.

Li gorî agahiyê ku Îkbal dayî sê jê hevalên wê yên polê, 5 kesên ku hatine destgîrkirin bi çarikê jina ciwan girêdane û piştre jî benzîn pê de kirine.

XWESTIN WEKE KU XWEKUJÎ BE NÎŞAN BIDIN LÊ BI SER NEKETIN

Îkbal got, ''Plan ew bû ku vê weke xwekuştinê nîşan bidin. Lê bi ser neket, ji ber ku çarik şewitî, dest û piyê Nusrat Jahan Rafî vebû. Rafî ji ser bên hate xwarê.''

Rafî 10'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da. Rafî beriya ku bimire vîdeoyek weşand, sûcdariyên xwe yên li ser midûr domand. Rafî got, ''dest li min da'' û nasnameya hin êrîşkaran da. Rafî got, ''Heta dawiyê ez ê têbikoşim.

Li ser helwestên mezin Serokwezîr Şêx Hasîna got ti sûcdar wê nikaribe xwe ji pêvajoya yasayî xilas bike.

HRW'Ê HELWEST NÎŞAN DA

Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan HRW'ê bang li hikûmetê kir ku lêpirsîneke cidî were kirin û berpirs werin darizandin. HRW'ê got, ''Bi rengekî hovaneke kuştina jineke ciwan ku dadmendiyê dixwaze, nîşan dide bê ka hikûmeta Bangladeşê çendî li pişt mexdûrên êrîşên zayendî disekine.''